Xebata jinê bi mêjiyê mêr

Kurd24

Yek ji piraniyên neyînî yên dîmokratik  ew e, ku mirovin hene dema di etmosfêreke dîmokratîk de dijîn û kar dikin derfetê didin xwe, hemî kîna xwe bînin der. 

Ev jî carna encamên pir ne di cîh de gel xwe tîne holê. 

Yek nîmûne ya ku bala min kişandî, gerek mirov li ser raweste ew bûyera berî çend rojan li parlamentoya Herêma Kurdistanê ciriya. Parlamenterkî ji Partiya YNKê ku di axaftina xwe de berê xwe da seroka Parlamentê û bi bêrêzî jê re got ev hekumeta niha a herêma Kurdistan hekumeteke “meyîne” ye! ne li gor daxwaziya hemwelatiya ye. 

Bi vê gotina çewt ku mixabin ziman dirêjî ne tenê li seroka parlamentoya Kurdistanê ya  birêz kir, lê belê li hemî jinên Kurd kir, ziman dirêjî li hikumetê, parlametoyê û hemî dezgeh, rêxistinan kir. Sivikayî bi hemî kar û barên hikûmetê kir, tev dane ber xwe û bêrêzî li wan kir. Baş be ji gotin ku ev gotina han a bi kurdî “meyîne” nimûne bi zimanê almanî “dämlich“ tê gotin mixabin hîn di piraniya zimanên cihanê tê gotin û qebûl kirin, rewşek aloz yan qels pê bidin xûyakirin

Li birastî ku mirov bixwaze li ser vê kiriyarê raweste û ji nav hev hûr şîrove bike, wê nas bike ku cîhê mixabiniyê ye, kesekî bi mêjîyekî wisa zingargirtî bidengên gel çi jin û çi jî mêr hatiye nava dezgehekî bi giranbûna parlamentoyê girtiye. Sivkatî bi jinê û xebata wê ev  pir dûrî mafên mirova/ û ê jinan ye. Gotineke nedûrist e ji mirovekî paşketî hate axaftin ku cihê wî mirovî ne Parlamento ye. Ji ber ku Hikumeta Kurdistanê devera duyemîn piştî Israel di asta demokratîk a di Rojhilata Navîn de tê nasîn. Parlamenterek bi sivkaiyî bibêje Rewşa me aloz e, ber ku jin bûne serkirdeyên sazîyên me!.

Tê ziman ku ev çend salên dawî partiya herî mezin û xwedana andamên pirtir di parlamentoyê  de PDK ye  derfeteke berfireh daye jinên Kurdistanê  ku ew jî bi rola xwe rabin û li gorî jêhatbûna wan cihên xwe di rêxistin û saziyên hikûmetê bigrin.ev yek jî dibe 

Qençiyek û gaveke mezin ji layê partiya PDKê di derberê pêşketinê de. Ku mixabin parlameterê YNK ê xwest rexne bike û mebesta wî jixwe ev bû. 

Ez li vê derê nayem ser rola jinê û taybetî jina Kurd a ku cîhan tev nas dike bi çendîn jinxas ê me ê welatperwer hene, cangorî, jîr û jêhatî hene ku dikarin xizmetên mezin ji welatê xwe re pêşkêş bikin. 

Lê tenê ez bêjim ku ev Parlameterê han lêborînê ji jina Kurd bixwaze û berî herkesî ji dayîka xwe bixwaze , ji ber ku dayîka wî jî jin e.