Real Madrîd û Manchester City gihîştin çargoşeya zêrîn a Champion League

Real Madrîd berbesta Liverpool derbas kir û Manchester City jî bi ser Borussia Dortmund ket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd berbesta Liverpool derbas kir û Manchester City jî bi ser Borussia Dortmund ket û her du tîm gihîştin qonaxa çargoşeya zêrîn ya Champion League.

Şeva borî di gera vegerê ya Champion League de, Real Madrîd li yarîgeha Anfield Stadium bê gol bi Liverpool re yeksan bû û bi saya encama yariya gera borî ya li yarîgeha Alfredo Di Stefano ya li Madrîdê (3-1) derbasî qonaxa nîvfînalê bû.

Bi vê encamê Real Madrîd di qonaxa nîvfînalê de rastî tîmeke din a ingilîzî Chelsea tê.

Ji aliyekî din ve û di heman gonaxê de, Manchester City bi encama (2-1) bi ser tîma almanî Borussia Dortmund ket û derbasî qonaxa nîvfînalê bû.

Manchester City di qonaxa nîvfînalê de rûbirûyî tîma Parîs Saint-Germain dibe.