HSDê 2 çekdarên DAIŞê li Dêrazor û Hesekê desteser kirin

Yek ji wan fermandar e û çek derbasî kampa Holê dikirin.
Şervanekî HSDê
Şervanekî HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê fermandarekî DAIŞê li Hesekê û çekdarekî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duhî li herêma Şihêl operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê ya teqemeniyan dirust dike kir û di endamê de teroristekî DAIŞê ligel amrazên dirustkirina teqemeniyan desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir jî, hêzên wan roja 14ê vê mehê jî karîn fermandarekî DAIŞê li Hesekê desteser bikin ku wî çek derbasî kompa Holê dikirin.

Hêzên HSDê û Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di dawiya meha borî de operasyoneke pişknînê di nava kampa Holê ya Hesekê de kiribûn û di encamê de 53 çekdarên DAIŞê desteser kiribûn, di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û kuştinê li kampê pêk dianîn hebûn.

Ji Adara 2019an, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê, HSD bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dikin û çendî çekdar desteser kirine.