Balyozê Brîtanyayê: Em dixwazin rêkeftina Şingalê hemû deverên madeya 140 li xwe bigre

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey ragihand; daxwazeke siyasî ya bihêz li Herêma Kurdistanê û Iraqê heye ji bo bilezkirina pêngavên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û em dixwazin rêkeftin hemû deverên madeya 140 li xwe bigre.

Hewlêr (K24) – Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey ragihand; daxwazeke siyasî ya bihêz li Herêma Kurdistanê û Iraqê heye ji bo bilezkirina pêngavên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û em dixwazin rêkeftin hemû deverên madeya 140 li xwe bigre.

Stephen Hickey ku niha li Herêma Kurdistanê ye, diyar kir: “Berî her tiştî hatina min a bo Herêma Kurdistanê, ji bo nîşandana piştevanî û hevxemî ye bo xelkê Kurdistanê piştî êrîşa tirsonek a çend roj berê bi ser Hewlêrê û Başîkê de hat kirin. Bi ti awayî ew êrîş nayên qebûlkirin, Brîtanya û hemû welatên cîhanê, bi tundî ew êrîş sermezar kirin.”

Hickey destnîşan kir: “Îro civîna min a berhemdar ligel serkirdetiya Kurd hebû, da ku em bizanin em çawa dikarin bi hev re bixebitin ji bo cezakirina encamderên êrîşan û rêlibergirtina dubarebûna wan.”

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey da zanîn: “Mijara duyem gotûbêjkirina li ser çawaniya karkirina li ser têgihiştin û rêkeftina mijara pesendkirina budceyê di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de hatiye holê, ji hemûyan girîngtir jî cîbicîkirina wê. Ez hefteya borî ligel Wezîrê Darayî ya Iraqê û çendîn wezîrên pêwendîdar ên li Bexdayê civiyam û îro jî li vir, min çendîn wezîr dîtin, ez kêfxweş û geşbîn im ku rêkeftin tê cîbicîkirin.”

Stephen Hickey eşkere kir: “Em dixwazin ev jihevfêmkirin û cîbicîkirin, mijarên din jî li xwe bigrin, weke nimûne; rêkeftina Şingalê, rêkeftineke gelek baş e û di civîna ligel serkirdetiya Kurd û rayedarên Bexdayê de jî, min têbîniya vê yekê kir, pêngavên cîbicîkirinê dê werin bilezkirin. Piştre em dikarin wê rêkeftinê bo deverên din ên cihê nakokiyê berfirehtir bikin. Min niyeteke bihêz a siyasî jî li Hewlêr û Bexdayê li ser vê yekê dîtiye.”

Hickey diyar kir: “Me bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re li ser çendîn mijarên li ser civaka sivîl gotûbêj kir, em her du alî gelek nîgeran bûn di zêdebûna bûyerên kuştina bi navê rûmetê li Kurdistanê. Ez bi cidiyet û rijbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo têkoşîna li hember vê kêşeyê kêfxweş bûm û dilniyayî da min ku bi cidî li ser vê dixebite, ku yasa serwer bibe û tawanbarên van dozan bigihin cezayê xwe.”

Herwiha eşkere kir: “Hikûmeta Brîtanyayê jî hemû xebatên xwe dê bike ji bo piştevanîkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo rûbirûna vê kêşeyê.”