Partiya Pêşerojê: Mafê gel heye ku aqûbeta ‘128 milyar dolarê winda’ hîn bibe

Berdevkê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Serkan Ozcan, di civîna rojnmageriyê ya partiya xwe de, li ser nîqaşên aqûbeta ‘128 milyar dolar’ de axivî.
Berdevkê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Serkan Ozcan
Berdevkê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Serkan Ozcan

Enqere (K24) - Berdevkê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Serkan Ozcan, di civîna rojnmageriyê ya partiya xwe de, li ser nîqaşên aqûbeta ‘128 milyar dolar’ de axivî û got, “Mafê gel heye ku aqûbeta ‘128 milyar dolarê winda’ hîn bibe.”

Ev demeke dirêj e derbarê aqûbeta ‘128 milyar dolar’ rezerva pereyên ku Bankaya Navendî ya Tirkiyê di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de dibe sedema nîqaş û gengeşiyê. Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan jî li navenda partiya xwe bi civînekê rojnamegeriyê li ser vê mijarê nêrîna partiya xwe eşkere kir.

Berdevkê Partiya Pêşerojê Ozcan da zanîn, “Mafê gel heye ku aqûbeta 128 milyar dolarê winda hîn bibe.”

“Derdê Elvan ew e ku hin kesan ji berpirsyariyê xilas bike”

Ozcan, rexne li daxuyaniya Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Lutfu Elvan ên derbarê aqûbeta 128 milyardolarî de jî girt û wiha axivî:

“Êdî ti kes ji ber nakokiya desthilatê ya înkar û lixwemikûrhatinê şaş û metel namîne. Herî dawî jî wezîr Lutfu Elvan lixwe mikûr hat. Lixwse mikûr hat ku rêveberiya beriya wî şaş bûye û bi eşkereyî qebûl kir ku rezervên Bankaya Navendî li ser Wezareta Xezîneyê hatiye firotin. Her wiha destnîşan kir ku divê karûbarên firotina dowîzan Bankaya Navendî eşkere bike. Gelo çima protokola di navbera Bankaya Navendî û Xezîneyê de ji berê ve ji bo raya giştî nehat eşkere kirin? Divê Bankaya Navendî û Wezareta Xezîneyê vê yekê bi eşkereyî ji raya giştî re ragihînin. Diyar e gendelî hatiye kirin û hin kes bi vê dewlemend bûye. Pirsa êdî her kes pê dizane hêj li holê bê bersiv maye; 128 milyar dolar li ku derê ye? Wê kê hisabê vê bide? Mafê gelê me heye ku aqûbeta vê pereyi hîn bibe. Divê berpirsyar hisabê vê bidin.”