Manchester City li ser hesabê Totenhamê navsanê EFL Cup bi dest dixe

City bi rekora Lîverpoolê ya bidestxistina 8 sernavanan re wekhev bû.
Manchester City
Manchester City

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City şeva borî nasnavê Kupaya Lîga Futbolê ya Îngîlîzî (EFL Cup) li ser hesabê Totenham Hotspur bir.

Fînala pêşbirka EFL Cup li stadyûma Wembley a Londonê li beşdariya nêzî 8 hezar temaşevanên ku destûr ji beşdariya wan re hatibû dayîn, pêk hat.

Di yariyê de yarîzanê Fransî Emerick Laporte di xuleke 82'an de gola tekane ya yariyê bi serê xwe tomar kir.

Bi wergiritna vê nasnavê re, City bi rekora Lîverpoolê ya bidestxistina 8 sernavanan re wekhev bû, Totenham jî ji bo werzê 13'an a li ser hev destvala derdikeve.

Ji sala 2017an de, ev nasnavê 9emîn e ya rahêner Pep Guardîola bi Manchester City re bi dest dixe.

Di sala 2017an de du sernavên lîgê bi dest xist, yek di Kupayê de, çar di Kupaya Lîgê de û du jî di Shieldê de bi dest xistin.

Manchester City niha li ser du bereyan şer dike, ji aliyekî ve amadekariyên rûbirûbûna Parîs Saint – Germain di nîvfînala Champions League dike, ji aliyekî din jî pêwîstiya wê bi serkeftinan heye ta ku nasnavê Premier League bi dest bixe.