MAN City ji PSG dibe û ji fînala Champions League ve nêzîk dibe

Parîs Saint – Germain li koşka xwe bi encama 1-2 li pêş MAN City winda kir.

Navenda Nûçeyan (K24) –Di nîvfînala Champions League de, şeva borî Manchester City paşketina xwe li hember Parîs Saint – Germain veguhart bi encama 1-2 bi ser tîma Parîsî ket û linegekî xwe xiste fînalê.

PSG di gera çûnê ya nîvfînala Champions League de şeva borî li stadyûma Le Parc des Princes mêvandariya Tîma MAN City a Îngilîzî kir.

Tevî ku PSG gola xwe zû û di xuleka 15an bi riya yarîzanê Brazîlî Marcinius tomar kir, lê MAN City karî 2 golan tomar bike û 1-2 bi ser bikeve.

Golên MAN City di xulekên 64 û 71 bi riya  Kevin De Bruyne û Riyad Mahrez hatin tomar kirin.

Bi vê encamê MAN City heta astekê lingekî xwe danî fînala Champions League û li benda yariya roja Sêşema bê li Etihad Stadium li Manchesterê dimîne.

Pêwîstiya PSG bi encameke mezintir ji ya ku li malê winda kirine heye, heta bo cara duyemîn li ser hev di dîroka xwe de bigihe Champions League.