DAIŞê 2 cotkar ji gundekî Xaneqînê revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyalayê ragihand, çekdarên DAIŞê 2 cotkar ji gundekî Xaneqînê revandin.
Wî jêderî got: “Çekdarên DAIŞê 2 cotkar ji gundekî derdora Xaneqînê revandin û hêzên ewlehiyê dest bi proseyeke lêgerîna li wan her du cotkaran kirine.
Çend roj in hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê ji bo pakkirina navçeyên Diyalayê ji şaneyên nehênî yên DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirine.