Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 154. de ye

Di rewşa awarte ya dawî de, 178 sazî dezgehên çapemeniyê hatin girtin.

Diyarbekir (K24) – 3ê Gulanê wek Roja Çapemenşiya Azad a cîhanî tê pêşwazîkirin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbarê azadiya çapemeniyê de nunerên rojnamevanan ji guvaşa ser rojnamevanan bi gilî ne. Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza 154. de ye û 91 rojnamevan jî di girtîgehê de ne.

Di 3ê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanî de rewşa rojnamegerî û rojnamegeran li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin ku li gorî Rojnamegerên Sînornenas di lîsteya cîhanî ya azadiya çapemeniyê ya sala 2020an de, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 154. de ye. Dîsa li gorî Rojanmegerên Sînornenas di sala 2019an de li Tirkiyeyê 586 nuçeyên ser înternetê hatine sansurkirin. Derbarê mijarê de Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başurê Rojhilat Veysî Îpek dibêje tabloya niha cihê xemginiyê ye û her wiha yasa jî hene rewşê wisa rave dikin ku pêkan e li gorî wan yasayan serî de rojnameger, herkes wek tawanbar werin nîşandan.

Veysî Îpek ji K24ê re got: “Di demek ku em pêşwaziya Roja Azadiya Çapemeniyê dikin de giştînameyek hat derxistin ku dema hêzên ewlekariyê karê xwe bikin qedexe ye ku dîmenê wan were kêşan. Ev yek bo azadiya çapemeniyê pirsgirêk e û li dijî makezagonê ye. Divê rojnameger di kare xwe de rastî guvaşê neyên, nekevin wê rewşê de ku xwe sansur bikin û divê rojnameger ber bi alîgiriyê ve neyên kêşandin.”

Li gorî denayên saziyên sivîl ên rojnamegeran li Tirkiyeyê 91 rojnameger girtî ne, di 5 salên dawîn de nasnameyên rojamegeriyê yên 3 hezar û 804 rojnamegeran hatine betalkirin, 11 hezar û 157 rojnameger bêkar mane. Rêveberê Komeleya Rojnemegeran a Dîcle-Firatê Zeynel Bûlût amaje dike ku ev rewş nîşaneya qelsbuna demokrasiye ye.

Zeynel Bûlût dibêje: “Dema mirov li vê tabloya heyî dinihêre rewşeke kembax mirov dibîne. Li welatekî ku azadiya çapemeniyê lê tune be tê wê wateyê ku li wî welatî ne demokrasi heye, ne jî mafên mirovan heye. Bi teybetî jî li Bakurê Kurdistanê bo çapemeniya Kurd nahêlin ku nefes were standin, nahêlin ku bi awayeke azad nûçe werin çêkirin û werin ragihandin.”

Li gorî daneyan di serdema Rewşa Awarte ya di nevbera 20ê Tîrmeha Sala 2016an û 18ê Tîrmeha sala 2018an de 178 sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin û di nevbera salên 2003 û 2018an de derdora 12 hezarî rojnameger jî hatin darizandin.