Chelsea ji Real Madrîd bir û gihîşt fînala Champions League
Navenda Nûçeyan (K24) – Chelsea piştî ku di yariya gera hatinê ya nîvfînala Champions League de bi encama 2-0 li hember Real Madrid bi ser ket, gihîşt fînala Champions League.
Golên Chelsea bi riya Timo Werner û Mason Mount di xulekên 28 û 85 de hatin tomarkirin
Bi vê serketinê, piştî ku her du tîm di gera çûnê ya hefteya bihurî de li Madrîdê bi encama 1-1 wekhev bûn, Chelsea gihîşt fînala Champions League.
Chelsea di fînala Champions League de ku di 29 'ê Gulanê de li Stada Ataturk a Stenbolê pêk were, dê rûbirûyî Manchester City bibe.
MAN City ku di nîvfînala Champions League de, bi encama (2-1) li Parîsê û encama (2-0) li Manchester bi ser Parîs Saint – Germain ketibû, derbasî fînalê bûbû.
Fînala Champions League ya di navbera Chelsea û MAN City de dê bibe cara sêyemîn di dîroka vê pêşbirkê de ku du tîmên Îngilîzî di rastî hevdu tên, piştî Chelsea - Manchester United di sala 2008an de û Liverpool û Tottenham Hotspur di sala 2019an de.