WHO ji bo vaksîneke Çînê destûra bikaranînê da
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ji bo vaksîna vîrusa Korona ya Enstîtuya Berhemên Biyolojîk yên Çînê û Sinopharm bi hev re çêdikin, destûra bikaranînê da.
WHO ragihand ku bandora vaksînê li ser nexweşên semptomên vîrusa korona raber dikin û ketine nexweşxaneyê ji sedî 79 e.
Karbidestên WHO pêşniyar dikin ku vaksîn bo kesên 18 salî û yên ji wî temenî mezintir bi du dozan were bikaranîn.
Herwiha diyar kir ku kêm kesên ji 60 salî mezintir beşdarî lêkolînên klînîk bûne û da zanîn ku ew bandora vaksînê ya bo wan kesan nikarin bi awayekî zelal texmîn bikin.
WHO berê bo vaksînên Pfizer, AstraZeneca, Johnson & Johnson û Moderna destûr dabû.