UEFA fînala Champion League ji Stenbolê veguhast

UEFA fînala Champion League ya di navbera Manchester City û Chelsea de ji Stenbolê veguhast bajarê Porto yê Portugalê.

Navenda Nûçeyan (K24) – UEFA ji ber metirsiya "Covid-19" fînala Champion League ya di navbera Manchester City û Chelsea de ji Stenbolê veguhast bajarê Porto yê Portugalê.

Biryar bû yariya fînala Champions League ya di navbera Manchester City û Chelsea de roja 29 'ê Gulanê li Stada Ataturk a Stenbolê pêk bihata, lê hikûmeta Brîtanyayê Tirkiye daniye ser “lîsteya sor” û rê nade welatiyên Brîtanyayê serdana wî welatî bikin.

UEFA'yê li ser hejmara xwe ya fermî ya Twîtterê got, "Em ji ber ruhê hevparî û hevkariya rayedarên futbolê yên Tirk, her wiha ji bo fêmkirina wan a di vê rewşa taybet de spasdar in."

Fînalê Champion League dê di heman dîrokê de lê li Stadyûma Dragao ya Portoyê pêk were.

Ev cara duyem e ku fînala Champion League ji Stenbolê tê veguhastin ku biryar bû mêvandariya fînala 2020an jî kiriba, lê belê ji ber rewşa Koronayê bû sedem ku bi awayekî awarte ji bo Potugalê bê veguhastin.