NY bang li Îsraîl û Filistîne dike şer rawestînin

Neteweyên Yekgirtî bang li aliyên Îsraîl û Filistînê kir, dest ji rijandina xwînê, teror û herifandinê berdin û dest bi danûstandinan bikin.
Encûmena Asayişa Navdewletî
Encûmena Asayişa Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka careke din rê neda Encûmena Asayişa Navdewletî daxuyeniyeke hevbeş ji Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa şerê Îsraîl û Filistînê derkeve. Neteweyên Yekgirtî bang li aliyên Îsraîl û Filistînê kir, dest ji rijandina xwînê, teror û herifandinê berdin û dest bi danûstandinan bikin.

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca gotûbêjkirina şerê navbera Îsraîl û Filistînê sêyemîn car civiya, lê ti daxuyaniyeke hevbeş derbarê civînê de nehat derxistin.

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin, Amerîka helwesta xwe diyar kiriye ku divê demek zêdetir ji hewldanên dîplomatîk re were hiştin.

Ji aliyê xwe ve, Sekterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres banga rawestandina şer û pevçûnê kir û got, aliyek êrîşa mûşek û hawanan dike, aliyê din jî êrişên firoke û topan dike, divê er du alî êrîşên xwe rawestînin.

Guterres got, şer û pevçûn bo hemû navçeyê metirsî ye û bang li aliyan kir, li ser bingeha çareseriya du dewletan, dest bi danûstandinê bikin.