Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dr. Elî Qeredaxî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 22ê Gulana 2021ê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina kultura miyanrewiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê û rola zanayên Îslamê yên Kurdistanê di pêştevaniya bernameya reformê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li girîngiya yekrêzî û hebûna hevhelwestiya li ser mijarên niştimanî û çareserkirina kêşeyan bi gotûbêjan hat kirin.