Cotkarên Deşta Şarezûrê nîgeran in

Li Deşta Şarezûrê dema berhevkirina berhemên çandiniyê ye, lê belê ji ber ku bazar tune û buhayê berheman kêm e, cotkar berhemên xwe berhev nakin.

Şarezûr (K24) – Li Deşta Şarezûrê dema berhevkirina berhemên çandiniyê ye, lê belê ji ber ku bazar tune û buhayê berheman kêm e, cotkar berhemên xwe berhev nakin, ji Wezareta Çandiniyê daxwaz dikin ku di firotina berheman de alîkariya wan bikin û bişînin bazarên naverast û başûrê Iraqê.

Fayiq Hesen ku yek ji cotkarên Deşta Şarezûrê ye, berhemên wî gihiştine, lê wî dest ji berhevkirina wan berdaye û dibêje “eger ez berhemên xwe kom bikim, pereyên karkeran jî dernaxe”.

Ji ber ku rêgirî li hinardekirina berheman bo deverên din ên Iraqê tê kirin, berhemên cotkaran li bazarên Herêma Kurdistanê tenê nayên saxkirin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em ligel Wezîrê Çandinî yê Iraqê di gotûbêjê de ne, da ku em vê kêşeyê çareser bikin, herwiha em dixebitin ku ji bilî bajarên Iraqê, berhemên cotkarên Kurdistanê bo welatên din jî werin hinardekirin.”