Bejna Îsmaîl Kele 110 santîmetre ye, lê qelevaniyê dike

Li Diyarbekirê welatiyek bi navê Îsmaîl Kele her çiqas astengdar be jî xwe ji jiyanê qut nekiriye û li dûv xeyalên xwe ketiye û di dawiyê de jî wî kariye bibe futbolîst.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê welatiyek bi navê Îsmaîl Kele her çiqas astengdar be jî xwe ji jiyanê qut nekiriye û li dûv xeyalên xwe ketiye. Di dawiyê de jî wî kariye bibe futbolîst û niha di tîma astengdaran a Kayapinara Diyarbekirê de qelevaniyê dike.

Îsmaîl Kele 41 salî ye. Bejina wî 110 santîmetre ye. Li Diyarbekirê dijî. Ji furbolê gelek hes dike û ji zaroktiya xwe ve wî xwestiye bibe yarîzanê futbolê. Lê ji ber astengiya wî ti kesî jê bawer nekiriye ku ew dê rojekê derbikeve yarîgehê û furbolê bileyîze. Her çiqas nêrîna civakê wisa be jî wî guh nedaye derdore û li duv xeyalê xwe ketiye. Heta temenê 41ê jî dest ji xeyalên xwe bernedaye û dawiya dawî kariye derfeta leyîstina futbolê bi dest bixe vê yekê wek qelevane pêk tîne. Îsmaîl Keleyê ku niha di tîma astengdaran a Kayapinar a Diyarbekirê de dileyîze keyfxweş e ku tîmek wî heye û qelevaniyê dike û dide zanîn heta bikare ew ê bileyîze.

Îsmaîl Kele ji K24ê re diyar kir: “Ji berê de dema ez zarok bûm em futbolê dileyîstîn min ji futbolê hez dikir. Lê derfetên min nebûn ku ez derkevim yarîgehê di tîmekê de bibim lîstikvan. Niha xeyala min pêk hat. Ez gelek keyfxweş im. Futbol gelek xweş e. Ez pê têdikoşim.”

Îsmaîl Kele 30 salan hewl dide ku di tîmek a futbolê de wek qelevan bibe yarîzan. Ev xeyala wî bi nasîna Mehmet Emîn Erdogan pêk tê. Mehmet Emîn Erdogan jî werzîşvanek astengdar e û bi awayeke xwebexş astengiyên di navbera astengdaran û werzîşê de hene ji holê radike û rêya pêkanîna xeyalên wan ji wan re vedike ku Îsmaîl Kele jî piştî ku rastî wî tê dest bi qelevaniyê dike ku Mehmed Emîn Erdogan hem serokê tîmê ye hem jî rahêneriya wî dike.

Serokê Tîma Kayapinar a Astengdaran Mehmed Emîn Erdogan diyar kir: “Ez fermanber bûm bo peywirekî ez çûm gundê Îsmaîl li wê derê min ew dît, çayê belav dikir. Bala min kişand. Ez pê re ketim têkiliye. Me zanî ku dixwaze bibe qelevan. Me derfet daye û ew jî bi dil û can xebitî. Piştî ku me xebat û daxwaza wî dît me jî derfet daye ku bibe qelevan.”

Îsmaîl Kele bi awayekî ji dil û bi motîvasyoneke bilind her roj berê xwe dide qada rahênanê û li gel hevalên xwe yên tîmê xebatên xwe didomîne û amadekariyan dike ku tevlî turnuvaya Wanê ya tîmên fûtbolê yên astengdaran bibe û di wê pêşbaziyê de serkeftineke baş bi dest bixe û herwiha dê serî li Pirtûka Rekoran a Gînesê were dayîn ku wek qelevanê herî bejinkurt ê cîhanê were qebûlkirin.