Eniya Aştî û Azadiyê: Endamê ofîsa me hat revandin

Eniya Aştî û Azadiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess hatiye revandin.
Eniya Aştî û Azadiyê
Eniya Aştî û Azadiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Eniya Aştî û Azadiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess hatiye revandin.

Di daxuyaniya Eniya Aştî û Azadiyê de hatiye diyarkirin ku komeke çekdar îro piştî nîvro 3yê Hezîrana 2021ê li bajarê Dêrikê, Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess revandine û ew birine cihekî nediyar.

Eniya Aştî û Azadiyê eşkere dike: “Em vê kiryara dijminkarî û revandina hevalê me ku li dijî qanûnê ye, şermezar dikin û berpirsyariya vê kiryarê di stûyê Rêveberiya Xweser de ye, ji ber ku Rêveberiya Xweser di pratîkê de li vê deverê xwedî desthilat e û ji ewlehiya jiyana welatiyên me berpirsyar e.”

Herwiha hat ragihandin: “Em daxwaza azadkirina Husam El Qess û radestkirina tawanbaran bo dadgehê dikin.”

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin. Bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî ji Sûriyê re û pêwendiyê bi opozîsyona Sûriyê û aliyên herêmî û navdewletî re dike.

Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess
Endamê Ofîsa Ragihandinê û Endamê Rêxistina Asûrî Husam El Qess