Li Diyarbekirê li hember çeteya hişberê operasyon: 25 kes hatin desteserkirin

Hêzên asayîşê avêtin ser 24 navnîşanan û 25 kesên ku endamên çeteyeke bazirganiya hişberê dikin hatin desteserkirin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê hêzên asayîşê avêtin ser 24 navnîşanan û 25 kesên ku endamên çeteyeke bazirganiya hişberê dikin hatin desteserkirin.

Di operasyonê de hejmareke çek û teqemenî û madeyên hişber jî hatin desteserkirin. Ji 25 kesên ku hatine desteserkirin 11 bi biryarê dadgehê hatin zindanîkirin û 5 kesa bi merc hatin azadkirin û derbarê 9 kesan de jî lêpirsîn berdewam dike.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve li hemberî çeteyeke ku karê hişberê dike ve lêpirsînê dabû destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina endamên rêxistina çeteya ku karê hişberê dike hat dayîn. Hêzên asayîşa Diyarbekirê bi piştgiriya helîkopterê li hemberî endamên çeteyan operasyon dan destpêkirin.

Di operasyonê de 25 kes hatin desteserkirin ku 2 ji wan zarok in. Ji kesên ku hatine desteserkirin 11 bi biryarê dadgehê hatin zindanîkirin û 5 kesa bi merc hatin azadkirin û derbarê 9 kesan de jî lêpirsîn berdewam dike. Her dîsa di operasyonê de keleşînkofek,  16 demance, 8 şarjor, 272 fîşek, 620,94 gram eroîn, 1,01 gram esrar, 201,52 gram madeya metamfatamîn  jî hatin desteserkirin. 

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, ji ber tawanên bazirganiya madeyên hişber serokê çeteyê E.K di zindanê de ye.