Li Efrînê otomobîleke bombekirî teqiya.. Kuştî û birîndar hene

Li bajarê di teqîna otomobîleke bombekirî de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Teqîna gundê Kefir Cenê
Teqîna gundê Kefir Cenê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê di teqîna otomobîleke bombekirî de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro li çatrêya gundê Kefir Cenê yê ser bi navçeya Şera ve otomobîleke bombekirî teqiya.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di teqînê de 2 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Berî 3 rojan jî taxên sivîlan û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê bi mûşekan hatin armanckirin û di encamê de 20 welatiyên sivîl hatin kuştin û nêzîkî 40 kesî jî birîndar bûn.