Îtalya gihîşt qonaxa 16 a UEFA EURO 2020
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îtalya, wek yekem hilbijarde ye gihîşt qonaxa 16 ya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (UEFA EURO 2020), piştî ku bi encama 3-0 bi ser hilbijardeya Siwêsrayê ket.
Di çarçoveya Koma A de duhî Hilbijardeya Îtalya bi encama 3-0 bi ser hilbijardeya Siwêsrayê ket. Golên Îtalyayê, bi riya Manuel Locatell du gol di xulekên 26 û 52 de û Ciro Immobile di xuleka 89 de hatin tomarkirin.
Îtalya ku di yariya yekem de bi encama 3-0 bi ser Tirkiyê ketibû, bi serketina bi ser Siwêsrayê puanên xwe kirin 6 û di bû yekema Koma A.
Piştî gera duyem a qoxana Yekem a Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê rêzbendiya komê bi vî awayî ye:
1- Îtalya: 6 puan ji du serkeftinan
2- Wales: 4 puan ji hekhevî û serkeftinekê.
3- Siwêsra: 1 puan ji wekhevî û windakirinekê.
4- Tirkiye: 0 puan ji du windakirinan.
Yekem û Duyema her komekê ligel 4 hilbijardeyên rêza sêyemîn derbasî qonaxa 16 a qehremaniyê dibin.