Ronaldo li hember Almanyayê deriyê dojehê li Portugalê vekir

Hibijardeya Almanya di gera duyem a UEFA EURO 2020 de hilbijardeya Portugal şaş kir û bi encama 4-2 bi ser ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Hibijardeya Almanya di gera duyem a UEFA EURO 2020 de hilbijardeya Portugal şaş kir û bi encama 4-2 bi ser ket.

Di gera duyem a Koma F a UEFA EURO 2020 de Hibijardeya Almanya li meydana Allianz Arena ya bajarê Munchenê pêşwazî li hilbijardeya Portugal kir.

Destpêkê hilbijardeya Portugal di xuleka 15 de gola yekem bi riya Cristiano Ronaldo tomar kir, piştre hilbijardeya Portugalî du golên li ser hev li dijî xwe tomar kirin, bi riya Ruben Dias di xuleka 35 û Raphael Guerreiro‏ di xuleka 39 de.

Di nîva duyem de yaneya Almanî Kai Havertz gola sêyem di xuleka 51 de tomar kir û ya çarem jî Robin Gosens di xulaka 60 de hat. Gola duyem ya Portugalê jî bi riya Diogo Jota di xuleka 67 de hat.

Di lîstika duyemîn a heman komê de, tîmên Fransa û Macarîstan dibi encama 1-1 wekhev bûn.

Bi vî awayî, rêzbendiya koma F wiha bû:

1-    Fransa: 4 puan ji serkeftinan û wekheviyekê

2-    Almanya: 3 puan ji serkeftinekê û windakirinekê

3-    Portugal: 3 puan ji serkeftinekê û windakirinekê.

4-    Macarîstan: 1 puan ji wekhevî û windakirinekê.