Iraq 96 bîrên nû yên petrolê dikole

Ev bîrên bû, dê di pênc salên pêş de rojane 200 hezar bermîl petrol li hilberîna wê kêlgehê zêde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, girêbestek bo kolandina 96 bîrên nû yên petrolê li kêlgeha “Qurna 1” li başûrê welat hatiye îmzakirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezîrê Petrolê Îhsan Ebdulcebar serperiştiya îmzakirina girêbesta kolandina bîrên petrolê di navbera kompanyaya Petrola Besra ya ser bi wezaretê ve û serperiştiyarê kompanyaya ExxonMobil ji alîyekî ve û kompanyaya Schlumberger International kiriye.

Diyar kir jî, girêbest dê di pênc salên pêş de rojane 200 hezar bermîl petrol li hilberîna wê kêlgehê zêde bike û dê 600 derfetên kar ji xelkê deverê re dabîn bike.

Ji aliyê xwe ve, Birîkarê Wezareta Petrolê Kerîm Hattab diyar kir, rêjeya hilberîna niha ya li wê kêlgehê rojane 380 hezar permîl e, karîna wê kêlgehê rojane zêdetirî 500 hezar permîl e û hilberîna gazê jî 150 milyon metro sêcar e.

Kêlgeha Qurne 1 ji mezintirîn kêlgehên petrolê yên li başûrê parêzgeha Besrayê ye.