Berbuharî: Deriyê sînorî ji bo xizmeta xelkê Rojava hatiye vekirin, ne ji bo xatirê ti partiyekê

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî: Deriyê Sînorî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin, ne ji aliyê me ve.
Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî
Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ragihand, deriyê sînorî ji sala 2013an ve ji bo xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, ne ji bo xatirê ti partiyekê.

Deriyê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, li aliyê Rojava navê wê Sêmalka û li aliyê Herêma Kurdistanê navê wê Pêşabûr e. Duhî Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji ber sedemên teknîkî derî digirin û tenê dê ji bo ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî û rêxistinê mirovî vekirî be.”

Di wê derbarê de Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re ragihand, piştî têkçûna rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmet û alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê, roja 13.1.2013an biryara vekirina derî da û heta niha ew derî ji bo welatiyan, nexweşan û rêxistinên mirovî vekirî ye. deriyê sînorî ji bo xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, ne ji bo xatirê ti partiyekê.”

Berbuharî got jî: “Me hefteya borî me xwast her kesê ji Rojava derbasî Herêma Kurdistanê bibe, divê formekê dagire, ji bo rêkxistin û asankariya çûnûhatina welatiyan. Lê aliyê Rêveberiya Xweser pabendî wê formê nebûne.”

Herwiha got jî: “Roja Çarşema borî rêveberiya Sêmalka ji me daxwaz kiriye ku derî tenê ji bo bazirganî û alîkariyên mirovî vekirî be û ji welatiyan re girtî be.”

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê diyar kir, îro Rêveberiya Xweser rê nade welatî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojava bibin. Tekez kir jî, deriyê sînorî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin, ne ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.

Got jî: “Heta niha me ti astengî li hember xelkê Rojavayê Kurdistanê re dernexistine, lê eger berjewendiya partiyekê ji vê rewşê têk çûbe, ew tiştekî din e.”