Putin û Erdogan pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî. Erdogan û Putin li ser biryara jinûve destpêkirina geştên esmanî û li ser mijarên vaksîna Sputnik V, Qerebax û Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Erdogan û Putin di pêwendiya telefonî de behsa rewşa niha ya Qerebaxê kirine û herwiha hatiye ragihandin: “Di axaftinê de behsa xebatên navenda çavdêriyê ya Tirk-Rus ya hevpar kirin. Tirkiyê desteka xwe daye Rûsyayê bo bicihanîna peymanên ku di rojên 09.11.2020 û 11.01.2021 an de yên di navbera Rûsya-Ermenistan-Azerbeycanê de hatine kirin.”

Her du aliyan ragihandine ku ew amade ne ji bo pêşveçûna aboriya herêmê û avahiyên bingehîn nû bikin û hemahengiya xwe bidomînin. Krîza Sûriyê mijareke din a axaftina wan bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Her du aliyan behsa girîngiya pêşîlêgirtina aloziyên li Idlibê yên ji aliyê artêşa Rûsya û Tirkiyê û behsa girîngiya têkoşîna li hember komên terorîst kirin. Her du serok hevnêrîn bûne ku têkiliyên xwe yên zatî bimeşînin û Putin fikrên xwe yên ji bo hevdîtinên xwe û Biden yên li Cenevreyê bo Erdogan got.”