Hevpeymaniya Navdewletî: Me di mehekê de 23 operasyon li dijî DAIŞê encam dan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; di nava mehekê de, me ligel hevûparên xwe 23 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê encam dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; di nava mehekê de, me ligel hevûparên xwe 23 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê encam dan.

Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Tenê di vê mehê de, me 23 operasyon ligel hêzên hevparên me li Sûriye û Iraqê encam dan.”

Marotto diyar kir: “Bi rêya operasyonan rêgirî li 24 kiryarên terorîstî hat kirin ku çekdarên DAIŞê xwestibûn li dijî xelkê sivîl encam bidin.”

Ev di demekê de ye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li deverên Kurdistanî bi hevbeşiya hêzên Pêşmerge çend operasyon encam dan, bi taybetî li wan cihên ku ji ber valahiya ewlehiyê çekdarên DAIŞê dixwazin xwe rêxistin bikin.