Rahênerekî Kurd mîdalyaya zêrîn ji yarîzaneke Iraqê re bi dest xist

Yarîzana bazdanê ya Iraqî Dana Husên di bin serperiştiya rahênerê Kurd Karox Salih Mihemed de mîdalyaya zêrîn di Qehremaniya Ereban li Tunisê de bi dest xist.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yarîzana bazdanê ya Iraqî Dana Husên di bin serperiştiya rahênerekî Kurd de, mîdalyaya zêrîn di Qehremaniya Ereban li Tunisê de bi dest xist.

Rahênerê Kurd Karox Salih Mihemed bi awayekî baş yarîzan Dana Husên ji bo Qehremaniya Ereban li Tunisê amade kir û wê yarîzanê karî di bazdana 100 metrî de mîdalyaya zêrîn bi dest bixe û hejmareke bêpîvane tomar bike.

Ev cara yekem e ku werzişkareke Iraqê vê rekorê dişikîne ku pêştir bi navê yarîzaneke din a Ereb bû.

Dana Husên ya 35 salî piştî vê qehremaniyê, amadekariyên beşdarbûna di Olompiyada Tokyo 2020 de dike.

null
Rahênerê Kurd Karox Salih Mihemed û yarîzana Iraqî Dana Husên
null
Yarîzana Iraqî Dana Husên