Merwa Birîm yekem dîwana xwe ya helbestan çap kir

Helbestvana Kurd a Efrînî Merwa Birîm yekem dîwana xwe ya helbestan bi navnîşana “Kelekvanek û Heftê Avgerînok” çap kir.
Helbestvana Kurd a Efrînî Merwa Birîm
Helbestvana Kurd a Efrînî Merwa Birîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd a Efrînî Merwa Birîm yekem dîwana xwe ya helbestan bi navnîşana “Kelekvanek û Heftê Avgerînok” çap kir.

Pirtûka yekem a helbestvan Merwa Birîm bi navê “Kelekvanek û Heftê Avgerînok” ji  aliyê weşanxaneya SerSera li Almanyayê hatiye çapkirin û ji heftê û sê helbestên nûjen pêk tê.

Derbarê dîwana xwe ya yekem de û helbestvan Merwa Birîm ji K24ê re ragihand, “Navaroka helbestan li ser surişta çiyayê Kurmênc, cîwarê biçûkiya min û welat e. Helbestên min vejîna jiyaneke têçûyî ye bi taybetî piştî dagîrkirina Efrînê, Herwiha evînê jî cihekî mezin di helbestên min de girtiye, ji ber ku evîn hêzê dide pêdariya mirovan.”

Helbestvan Merwa Birîm li Efrînê ji dayik bûye, li Efrîn û Helebê xwendiye, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi neçarî bi malbata xwe re koçî Helebê kiriye niha lê dimîne.

Helbestvana Merwa Birîm ji bêhtirî 20 salan ve û di ciwaniya wê de hesta bihîstinê ji guhê wê bar kiriye, lewre bi dilê xwe deng û awazan dibihîse. Marwa Birîm li ser wê yekê jî dibêje: Ez nabînim ku ev kêmendambûn e, berûvajî wê, ew cudewaziyek e.

Merwa Birîm ku destpêkê helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, di deh salên dawiyê bi kedeke gelek mezin xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kir û ji wê demê ve helbestê bi Kurdî dihûne.

Ev jî helbesteke Merwa Birîm e:

RIYA HÊSIN

Gava Homanê gewre

li deşta BALYA bîrdanka çawîrê di serê min de tevda

Bû qîjeqîja birûskan….

di navbera memikên tîbûnê de

qelşên aramiyê tajan vedan

di movikên bê de kuvarkan serî hildan...

şîrav di navika Kulîlkên Aşan de tîr bû

payîz li baskên firfirkan banî

şûr di ber navê de zer çirûsî...

Riya hêsin.......

Keriyê zingarê berve BAKUR dajot

li wir.....

di nav lêvên tûnêlê de

Fîtefîta ku di enîşkên çiyan de tevizî bû

Ji xew şiyar dikir...

giloka deziyê dû......

ku li koka mijangên EMANUS aliye vedireşand....

ax riya hêsin!

Li biçûkaniya rawestgehekê digerî...

kenê zeviyên gênim di rodankên tirênê de diçand...

li kalbûna golên baranê di koşa aşekî de didagirî

tenê ez bi zimanê te dizanim

Ax riya hêsin.....!!

Qufa te qul e mîna tûrikê min

Ax riya hêsin….!