Werzê çinîna zebeşê Diyarbekirê dest pê kir.. Cotkar jî bi gazin in

Cotkarên Diyarbekirê bi gilî û gazinc in ku îsal nirxê zebeş daketiye û lêçûna wê zêde bû.
Zebeşê Diyarbekirê / Wêne: Mahîr Yuksel
Zebeşê Diyarbekirê / Wêne: Mahîr Yuksel

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê werzê berhevkirin zebeşan dest pê kir, lê cotkar bi gilî û gazinc in ku îsal nirxê zebeş daketiye û lêçûna wê zêde bû.

Peyamnêrê K24ê li nava zeviyeke zebeşan li Diyarbekir da zanîn, cotkaran dest bi çinîna zebeşan kirine, lê giliyên wan hene û dibêjin ku li gor sala borî, nirxê zebeş gelekî daketiye.

Endezyariyê çandiniyê Mihemed Can ji K24ê re got: Tevî êsal tama zebeşên me zêde şîrîn e, lê berhemanîna zebeşan li cotkaran gelek buha sekeniye, ji ber ku nexweşî zêde bûye û nirxên dermanan jî giran e.

Herwiha got jî: Sala borî cotkaran 7-8 ton zebeş ji donimekê radikirin, lê îsal kêm bûye û 5-6 ton zebeş tê rakirin.

Di wê derbarê de cotkar Mihemed Elî jî amaje bi wê da, îsal lêçûna çandina zebeşan gelekî giranî bû, li hemberê jî nirxê wî hema hema daketiye nîvê nirxê sala borî. Herwiha daxwaz kir ku, bila bazirgan zebeş û berhemên din ên çandiniyê ji herêmên din derbasî Diyarbekir nekin, ji bo ew bandorê li nirxê berhmên wan neke û bikarin berhemên xwe bifiroşin.

Zebeşê Diyarbekirê yek ji sembolên bajêr e û taybetmendiya Zebeşê Diyarbekirê ew e ku organîk e û li erdê bixîz şîn dibe. Zebeşê Diyarbekirê bi zibilê kevokan mezintir dibe û giraniya wî heta 65 kîloyan dibe.