Baregeha Amerîka li rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşekê hat

Careke din kêlgeha petrolê El-Omer ya hêzên Amerîkî lê ne, rastî êrîşeke bi mûşekan hat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Careke din kêlgeha petrolê El-Omer ya hêzên Amerîkî lê ne, rastî êrîşeke bi mûşekan hat.

Kêlgeha El-Omer li rojhilatê Dêrazorê ye û baregehên leşkerî yên hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê lê ne.

Li gor raportên medyayî, ji encama ketina 2 mûşekan li nêzêkî baregeha Amerîkî, dûkela rewş jê hildikişiya.

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên êrîşê û aliyê ku êrîş kiriye de nehatine ragihandin. 

Di çend rojên borî de, ev cara sêyem e baregehên hêzên Amerîka li rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşan tê, roja 11ê vê mehê baregeha El-Omer rastê êrîşeke mûşekî hat û roja 10ê vê mehê jî teqîn di kêlgeha Konîko ya gazê de rû da.