Endemakî PDK-Sê li Dêrikê ji aliyê asayşê ve hate revandin

Asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî din ê PDK-Sê revand.
Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê
Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) revand.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hoşeng Mustefa Simo ji K24ê re ragihand, endamê partiya wan Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê li bajarê Dêrikê ji roja 13 vê mehê ve ji aliyê îstxbarata Rêveberiya Xweser ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gor wî serkirdeyê PDK-Sê, beriya revandina Feramez hejmarek ji çekdaran êrîşî dukanên mala Hecî Ebdê kiribûn û kamîreyên wan biribûn û piştî wê bûyerê rêveberiya li Dêrikê lêborîn xwestibû.

Diyar kir jî, ofîsa istxbaratê li Dêrikê careke din bang li Feramez kiribû ji bo lêpirsînê û ji dîroka 13 Tîrmehê ve li cem wan e.