Hêzên serbazî li cadeyên Bexdayê hatine belavkirin

Piştî eşkerekirina nûçeya desteserkirina kujerê Hîşam Haşimî, hêzên serbazî li cadeyên Bexdayê belav bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî eşkerekirina nûçeya desteserkirina kujerê Hîşam Haşimî, hêzên serbazî li cadeyên Bexdayê belav bûne.

Nûçegihanê K24ê ji Bexdayê ragihand; piştî eşkerekirina nûçeya desteserkirina kujerê Hîşam Haşimî, hêzên serbazî bi tank û zirxpoşan, li çend cadeyên Bexdayê, bi taybetî li Ebû Newas, li ber Hotel Babil, ku li hember Balyozxaneya Amerîkayê ne, belav bûne.”

Li aliyê din, Serokeşîrê Kenane yê li Iraqê Ednan Denbûs ragihand ku eşîra wî ji kujerê Hîşam Haşimî berî ye.

Duh Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi her sê zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku kujerê Hîşam Haşimî hatiye desteserkirin û piştî çend demjimêran, mikurhatinên kujer jî hatin belavkirin.