Beşdar Esed serokwezîrê berê bi pêkanîna hikûmeta nû radispêre

Husên Ernûs ji Hezîrana 2020an ve di postê serokwezîrtiya Sûriyê de ye û careke din bi pêkanîna Hikûmetê hat spartin.
Husên Ernûs
Husên Ernûs

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê Serokê Hikûmetê yê karbirêker yê niha Husên Ernûs bi pêkanîna hikûmeta nû raspard.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ku di meha Gulana borî careke din bi piraniya dengan weke Serokê Sûriyê hatibû hilbijartin û roja 17ê Tîrmehê sûnda yasayî xwaribû, îro Serokê Hikûmetê yê karbirêker yê niha Husên Ernûs bi pêkanîna hikûmeta nû raspard.

Husên Ernûs ji Hezîrana 2020an ve di postê serokwezîrtiya Sûriyê de ye û careke din bi pêkanîna Hikûmetê hat spartin.

Husên Ernûs sala 1953an li bajarê Idlibê ji dayik bûye û sala 1978an ji fakulteya Endezyariya Şaristanî ya Zanîngeha Helebê derçûye.

Husên Ernûs pêştir çendîn postên cuda di hikûmeta Sûriyê de wergirtibûn.