Sedir daxwaza ragirtina Nimêja Înê dike

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji ber zêdebûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û ji bo pabendbûna bi rêkarên tendirustiyê daxwaz kir ku Nimêja Înê heta demeke nediyar were ragirtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji ber zêdebûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û ji bo pabendbûna bi rêkarên tendirustiyê daxwaz kir ku Nimêja Înê heta demeke nediyar were ragirtin.

Nivîsgeha Muqteda Sedir daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi liberçavgirtina rewşa giran a tendirustiyê û ji ber zêdebûna haletên pêketina Koronayê û ji bo pabendbûna bi biryara Lijneya Bilind a Tendirustî û Silametiyê ya Iraqê, divê Nimêja Înê li hemû parêzgehên Iraqê, tevî hemû bajar û bajarokên wan ve, heta demeke nediyar, were ragirtin.”

Ev di demekê de ye ku bû du hefte ji ber zêdebûna bilez a cûreya Delta ya vîrusa Koronayê, nexweşxaneyên Iraqê bi pêketiyên Koronayê tije bûne û çend roj in hejmara pêketiyan rojane zêdetirî 10 hezar kesan e.

Herwiha hejmara mirinan jî her roj bi awayekî berçav bilind dibe, ev jî bûye sedema wê yekê ku rayedarên tendirustiyê bi awayekî berdewam hişyariya îhtimala karesateke mezin a tendirustiyê didin.