Li Edene û Diyarbekirê bi tohmeta PKKê gelek kes hatin desteserkirin

Serdozgeriya Komarî derbarê wan kesan de biryara desteserkirinê daye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê, hêzên ewlekariyê yên wî welatî 29 kes bi tohmeta çalakî û propagandaya bo PKKê desteser kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Edenê di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCKê de derbarê wan kesan de biryara desteserkirinê de daye.

Tîmên Rêveberiya Şaxa Dije-Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edeneyê li gel tîmên operasyonên taybet, îro înê 13ê Tebaxê bi armanca desteserkirina wan kesan bi ser hejmarek navnîşan û malan de girtin.

Di encama biserdegirtina wan cihan de, her 29 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî piştî kontrola tendirustiyê bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatin veguhestin.

Li Diyarbekirê jî ji aliyê Serdozgreriya Komarî ve derbarê 88 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û di encama operasyonan de 59 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Dije-Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo desteserkirina 88 kesan operasyon hatine kirin û 59 kes hatine desteserkirin û ji bo 29 kesên din lêgerîna wan berdewam e.