PDK derbarê hilbijartinên bê yên Iraqê de daxwazekê ji aliyan dike

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed helwesta partiya xwe derbarê hin aliyên Iraqî ên hilbijartinên Iraqê baykot kirine de diyar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed helwesta partiya xwe derbarê hin aliyên Iraqî ên hilbijartinên Iraqê baykot kirine de diyar kir û ragihand, endamdana hilbijartinan bi beşdariya hemû aliyên siyasî, deriyek ber bi çareserkirina pirsgirêkan û cibicîkirina daxwazên xelkê Iraqê ye.

Berdevkê PDKê ragihand, di encama daxwaza xwepêşanderên parêzgehên Iraqê, babeta hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê bû daxwaza piraniya cemawer û aliyên siyasî jî, ji bo pêşkêşkirina çareseriyên guncaw ji qeyrana siyasî, aborî û pirsgirêk di warê aborî û xizmetguzarî de.

Berdevkê PDKê got jî: “Ji bo derbasbûna ji van qeyranên rûbirûyî Iraqê dibin û dîtina çareseriyên guncaw ji daxwazên welatiyên Iraqê bi giştî, hat dîtin ku encamdana hilbijartinên pêşwext ji bo pêkanîna hikûmeteke federalî ya nû, çareseriyeke baş e, li ser vê bingehê jî biryar hat standin. Lê hin aliyan û ji encama zêdebûna krîzê û şîrovekirina hin aliyan derbarê çawaniya dirustbûna van pirsgirêkan û ji bo hin sedemên taybet wan ve, ragihandin ku ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin.

Berdevkê PDKê got: “Em di Partiya Demokrat a Kurdistanê de, em dibînin ku encamdana van hilbijartinan bi beşdariya hemû aliyan, deriyê baş e ji bo çareserkirina krîzên heyî û cibicîkirina daxwazên gelê Iraqê û herwiha ji bo hevkariya proseya siyasî.”

Herwiha di daxuyaniya Berdevkê PDKê de hat: “Em di Partiya Demokrat a Kurdistanê de û ji bo berjewendiya giştî ya hemû Iraqiyan, daxwazê ji Tevgera Sedirê û 26 aliyên din ên ragihandine ku beşdarî hilbijartinan nabin dikin, li biryara xwe vegerin û beşdarî hilbijatinan bibin wek daxwazeke cemawerî û pêwîstiyeke vê qonaxa ku em tê re derbas dibin, ji bo xizmetkirina proseya siyasî û hikumraniyeke baş û tendirust.”