Plasschaert: Paşxistina hilbijartinan, ne di berjewendiya Iraqê de ye

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir; paşxistina hilbijartinên Iraqê ne di sûda Iraqê de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir; paşxistina hilbijartinên Iraqê ne di sûda Iraqê de ye û divê hilbijartin were pêkanîn.

Jeanine Hennis-Plasschaert li New Yorkê beşdarî civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî bû û li ser rewşa Iraqê axivî.

Hennis-Plasschaert herî zêde li ser hilbijartinên Iraqê axivî û got; hilbijartinên vê carê yên Iraqê, ku 10ê Cotmeha îsal tê kirin, dê ji hilbijartinên din cuda be.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NYê ya li Iraqê herwiha diyar kir; di hilbijartinên vê carê de dê gelek karmendên NY kar bikin û dê hejmara wan pênc beramberî hilbijartinên berê be.

Bi gotina Jeanine Hennis-Plasschaert paşxistina hilbijartinan û vekişîna ji hilbijartinan di sûda Iraqê de nîne û divê ew hilbijartin bên kirin.