Koçberên Iraqî careke din vedigerin nava kampên Herêma Kurdistanê

Niha careke din xelk ji bajarên Iraqê vedigerin nava kampên Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Dubare vegera koçberên Iraqî ji kampên Herêma Kurdistanê re berdewam e û rojane jî hejmara wan zêde dibe. Ev koça berûvajî di demekê de ye, hikûmeta Iraqê biryar daye kampan bigire û koçberan vegerîne ser cih û warên wan, lê ti amadekarî ji bo vegerê nekiriye.

Yasir Remezan koçberekî parêzgeha Neynewayê ye, ji hefteyekê ve careke din vegeriye kampa Behrikê ya ser bi Hewlêrê ve. Yasir dibêje, ji bilî ku sala 2014an ve ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûye, çend carên din jî ji ber hebûna mîlîşyayên çekdar, careke din koçber bûye.

Yasir bi 5 zarokên xwe ve piştî ku ji kampa Behrikê derket û çû ser cihê warê xwe, careke din vegeriya nava kampê. Ew dibêje, ji ber metirsiyên grûpên çekdar û nebûna xizmetguzariyan, ew bi neçarî careke din vegeriyaye.

Yasir dibêje: “Careke din neçar bûn ligel malbata xwe vegerim nava kampa Behrikê. Ev cara sêyem e em koçber dibin, carekê ji ber DAIŞê û du caran jî ji ber grûpên çekdaran. Dema ez vegeriyam cihê xwe, ne elektirîk, ne av û ne kar hebû. Ya herî xirap jî, metirsiya grûpên çekdar bû. Ew nahêlin em bi rihetî bijîn.”

Li gor amarên li ber destê K24ê, heta niha 80 malbatên Iraqî ji cihê xwe careke din vegeriyane kampa Behrikê. Ji bilî wê jî, bi dehan malbat careke din ji parêzgeha Neynewa (Mûsil) û parêzgeha Selahedînê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Rêveberê Kampa Behrikê Ehmed Derwîş ji K24ê re got: “Niha careke din xelk ji bajarên Iraqê vedigerin nava kampên Herêma Kurdistanê. Wek koçber bi xwe dibêjin, ew ji ber rewşa ewlehî, aborî û nebûna xizmetguzariyan vedigerin nava kampan.”

Li gor biryareke Hikûmeta Iraqê, divê koçber bi neçarî ji bo cihê wan werin şandin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî wê biryarê nebû û dibêje, divê koçber bi dilê xwe vegerin, ne bi neçarî. Li gor zanyariyan jî, niha 925 hezar û 532 koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene, ji wan 664 hezar û 561 koçberên Iraqî ne, ji sedî 30 ji wan jî li nava 36 kampan in.