Parêzgarê Necefê: Veberhênerên Kurd li Necefê veberhênanê dikin

Parêzgarê Necefê Luey Yasirî ragihand; pêwendiyeke bihêz di navbera parêzgeha wan û Kurdistanê de heye.
Parêzgarê Necefê Luey Yasirî
Parêzgarê Necefê Luey Yasirî

Bexda (K24) – Parêzgarê Necefê Luey Yasirî ragihand; pêwendiyeke bihêz di navbera parêzgeha wan û Kurdistanê de heye û çendîn veberhênerên Kurd li Necefê verberhênanê dikin, bi taybetî kargeha çîmetoyê ku sermayeya wê zêdetirî 250 milyon dolar e.

Luey Yasirî ji K24ê re eşkere kir: “Pêwendiyeke bihêz di navbera Necef û Kurdistanê de heye, kevnar e û ne ya îro ye, ji çend deh salên berê ve ye, ku ew pêwendî xoşewîstî û ruhî ye ku bi hev ve girê dide, ew biratî di navbera her du aliyan de heye, ji bilî wê jî pêwendiyeke aborî ya bihêz di navbera her du aliyan de heye.”

Yasirî herwiha destnîşan kir: “Veberhênerên Kurdistanê li Necefê dixebitin û projeyên wan ên mezin li Necefê hene, bi taybetî kargeha çîmetoya kar, ku qebareya veberhênana wê zêdetirî 250 milyon dolar e, me zemîneke aram ji bo wan dabîn kiriye, herwiha geştên esmanî jî di navbera Necef û Hewlêrê de berdewam in, geşta esmanî ya Necef – Silêmanî jî heye û her roj geşt têne encamdan.”