Serokê Rûsyayê xwe îzole dike

Koşka Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber zêdebûna bûyerên tûşbûna bi vîrusayê koronayê li derdora wî, xwe îzole dike û dikeve karantînayê.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber zêdebûna bûyerên tûşbûna bi vîrusayê koronayê li derdora wî, xwe îzole dike û dikeve karantînayê.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Serokê Rûsyayê piştrast kiriye, ku “rewşên pêketina bi koronayê li derdora wî” hatine dîtin.

Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê herwiha ragihandiye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro sêşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokomarê Tacîkistanê Emomali Rahmon aşkere kiriye, ku ji ber peydabûna bûyerên tûşbûna bi vîrusa koronayê li derdora wî, pêwîst e heta “demekî diyarkirî” xwe îzole û karantîn bike.

Di daxuyaniya Krmlînê de hatiye diyarkirin ku Putin dê bi rêya vîdyokonferansê beşdarî civînên plankirî yên Konseya Ewlekariya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (ODKB) û civîna Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê bibe.

Koşka Serokatiya Rûsyayê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku hevdîtin û randevuyên Putin ên ku pêştir hatine plankirin, dê bi vîdyokonferansê bên kirin.