Geştên esmanî yên ji Îranê bo Efxanistanê dest pê kir

Televîzyona Îranê ya beşa erebî Al Alam ragihand, di navbera Îran û Efxanistanê de geştên bazirganiyê careke din dest pê kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Îran piştî desthilatbûna Talîbanê li Efxanistanê geştên xwe yên esmanî rawestandibûn û niha careke din ew geştên bazirganî dan destpêkirin.

Televîzyona Îranê ya beşa erebî Al Alam ragihand, di navbera Îran û Efxanistanê de geştên bazirganiyê careke din dest pê kirine û balafira Îranê ya dakete balefirgeha Kabulê wek yekem balafira Îranê ya piştî desthilatdariya Talîbanê pênase kir.

Balafira Îranê ji bajarê Meşhedê rabû û ser bi rêyên esmanî ya Mahan a Îranê ve dîplomatên Îranî jî di nav de 19 kes têde bûn.

Îranê geştên xwe yên esmanî ji bo Efxanistanê roja 16ê Tebaxê dabûn rawestandin.