Li Kerkûkê operasyoneke serbazî li dijî DAIŞê hat encamdan

"Wezareta Navxwe ya Iraqê berdewam dibe di encamdana lêdana serbazî li dijî pêgeh û binkeyên DAIŞê de"

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir; ajansa îstixbaratê ya Iraqê, bi hemahengiya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, çalakiyeke serbazî li rêzeçiyayên Hemrînê li dijî çekdarên DAIŞê encam dan.

Şaneya Ragihandinê eşkere kir; ev lêdana serbazî, temamkirina çalakiyên berê ye, ku ajansa îstixbaratê ya hikûmeta Iraqê, bi hevbeşiya jûra operasyonan û hêzên esmanî, bo ser pêgeh û binkeyên DAIŞê yên li rêzeçiyayên Hemrînê encam dane.

Herwiha destnîşan kir ku ew binke weke çavkaniyên êrîşên DAIŞê li Kerkûkê têne bikaranîn.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşa esmanî, rûbirûbûn li hember çekdarên din çêbû û di encamê de çend çekdar hatin kuştin û çekdarekî jî xwe teqand, ku di vê çalakiyê de bi giştî 7 kes hatin kuştin, hîn jî pişkinîn û lipeyçûna li wê deverê berdewam in.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku Wezareta Navxwe ya Iraqê berdewam dibe di encamdana lêdana serbazî li dijî pêgeh û binkeyên DAIŞê de, ku bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hewl didin rêzeçiyayên Hemrînê paqij bikin.

Ji sala 2017an ve, dema Iraq serkeftina bi ser çekdarên DAIŞê de ragihand, ew komên çekdar heta niha jî hewl didin xwe rêk bixin û car caran li deverên bin desthilata hikûmeta Iraqê êrîş encam didin.