WHO: Êdî pêketiyên Koronayê dê nemirin

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hejmarek dermanên tedawiya Koronayê (Covid-19) xistin bazarê.
Nexweşxaneyeke Hewlêrê, wêne: K24
Nexweşxaneyeke Hewlêrê, wêne: K24

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hejmarek dermanên tedawiya Koronayê (Covid-19) xistin bazarê, da ku ji bo kesên bi tundî bi vê vîrusê ketine werin bikaranîn.

WHO diyar dike; lêkolîn bal dikşînin ser wê yekê ku her du kompaniyên Regeneron a Amerîkî û Roche a Swîsrî yên dermanan, çend derman xistine bazarê, ku bidin pêketiyên Koronayê, da ku canê xwe ji dest nedin.

WHO diyar dike ku dikarin wan dermanan bidin kesên bi tundî bi vîrusa Koronayê ketine û rewşa tendirustiya wan têk diçe.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) daxwaz dike ku ew derman bi buhayekî guncaw li cîhanê werin belavkirin û bi dadwerî werin dabeşkirin.