Festîvala Agirî bi reng û dengê dengbêjan xemilî

Dengbêjên Kurd ku li ser ziman û çanda Kurdî roleke girîng hildidin ser xwe, li Stenbolê di festîvaleke çandî ya Agiriyiyan de li hev civiyan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Dengbêjên Kurd ku li ser ziman û çanda Kurdî roleke girîng hildidin ser xwe, li Stenbolê di festîvaleke çandî ya Agiriyiyan de li hev civiyan. Dengbêjên ji Agirî bi reng û dengên xwe festîvalê geştir kir û kesên ne Kurd jî bi guhdarkirina dengbêjên Kurd kêfxweş bûn.

Li aliyekî dengbêjê kal, li aliyekî dengbêjê xort… Emrê yekî ji yekî din 3 qat zêdetir e, kelepûra qedîm a Kurdan yanê dengbêjî, herduyan li heman civatê li hev dicivîne û bi armanca berdewamiya vê kultirê dor bi dor kilamên Kurdî dibêjin.

Dengbêjê Agirî Ozcan Celalî ji K24ê re diyar kir: “Malbata min tev dengbêj in. Hingê min dinyayê fehm kir ez her kilaman dibêjim. Min apê xwe Emer ê ku li Serhedê dengbêjekî navdar e ji xwe re kir rêber û li ser gotin û dengbêjiyê dewam dikim.”

Deng çiqas olan dibe, bilind dibe qelebalixa li derûdora civatê jî ewqas zêdetir dibe. Li gel guhdarên Kurd, kesên ne Kurd in jî pesnê kilam û dengbêjên Kurd didin.

Welatiyekî ji Afyonê dibêje: “Em xelkê Afyon in, ez û hevjîna xwe ji bo gerê hatin vê derê. Ez Kurdî nizanim lê ev dengê Kurdî bi me xweş hat. Min kilamên ku li vir dengbêj dibêjin pir eciband.”

Welatiya ji Agirî ya bi navê Kezîban Aydemîr diyar kir: “Xwarinên me, mêvandariya me bila hemû kes baş bibine û nas bike. Dengbêjî jî ji kultura me ya qedîm perçeyek e divê em bi zarokên xwe û bi miletên din nedin jibîrkirin.”

Li her van beşên cuda yên li nav vê hola mezin yan deng û awazên Kurdî bilind dibin, yan jî kelûpelên folklorîk ên bajarê Agirî tên pêşandan.

Serokê Federasyona Komeleyên Çandî ya Agirî li Stenbol Mihemed Uşen jî ragihand: “Armanca me ew e ku li vê metropola mezin em kultura xwe ya Agirî nîşanî gêncan û welatiyên ji derveyî Agiriyê ne bidin da ku bila hemû kes pê haydar be.”

Şaredarê Avkevirê yê Agirê Îsmet Taşdemîr destnîşan kir: “Em li vir genim çawa tê hêrandin, nîşanî xelkê didin. Genimê li ser vê destarê wiha belav dikin û dihêrînin. Zemanê berê bi vî awayî pir genim dihat hêrandin, niha ne weke berê be jî lê hê jî li hin gundan ev kultir berdewam dike.”

Agirî ku bêhtir bi dengbêjên xwe bi nav û deng in loma di vê çalakiya kulturî de jî gelek dengbêj bi deng û şêwazên xwe balê dikêşinin.

Welatiyê ji Agirî Mihemmed Sadiq Aydemîr jî got: “Ji bo qedr û qîmeta ax, ziman û welatê me Kurdan baş were zanîn festîvalên wiha kul i metropolan tê sazkirin gelek girîng e û divê her berdewam be.”

Çiyayê Agirî, dengbêj û xwarinên navdar ên bajarê Agirî û kelûpelên din ên folklorîk ên vî bajarî li Stenbolê di festîvaleke kultirî de tên pêşandan. Ev çalakiya kultirî heta 10ê mehê dê berdewam bike.