Iraq: Em di nav pêla çarem a Koronayê de ne

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; piştî ku pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ji du milyona kesan derbas kir, niha di nav pêla çarem de ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; piştî ku pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ji du milyona kesan derbas kir, niha di nav pêla çarem de ne.

Wezaretê diyar kir ku bi rêya lijneyên taybet ên hemaheng ligel Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî, derket holê ku tevî hejmarek welatan, Iraq jî ketiye nav pêla çarem a Koronayê.

Herwiha eşkere kir; rêjeya pêketiyên Koronayê zêde bûye, ku welatî pabendî rênimaû xweparêziyê nabin, piştî lêkolînan, derket holê ku rêjeya wergirtina her du dozên vaksîn li Iraqê bilind bûye.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê destnîşan kiriye; yekane rêya xweparastina ji vê pêla nû ya Koronayê wergirtina vaksînê ye, ku bi rêya medya û pêgehên fermî, xelk ji bo wergirtina vaksînê têne handan.

Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraqê gihiştiye 2 milyon û 46 hezar û 274 kesan û hejmara mirinên ji ber vê vîrusê jî gihiştiye 22 hezar û 691 kesan.