Li Şamê 3 pirtûkxaneyên bi navûdeng hatin girtin

Pirtûkxane û weşanxaneyên Şamê ku berê roniya jiyana rewşenbîriyê bûn li Sûriyê, niha bi dikanên pêlavan û pereguherînê têne guhertin
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Pirtûkxane û weşanxaneyên Şamê ku berê roniya jiyana rewşenbîriyê bûn li Sûriyê, niha bi dikanên pêlavan û pereguherînê têne guhertin.

Mihemed Salim El Nûrî ku xwediyê sê pirtûxaneyên mezin e li Şamê, pirtûkxaneya wî ya El Nûrî ji sala 1930 ve ye ji ber krîza Sûriyê û kêmbûna hejmara kiriyaran neçar bû ku yek ji pirtûkxaneyên xwe bigre û niha metirsî li ser herdu pirtûkxaneyên din jî heye.

El Nûrî dibêje: “Me sê pirtûkxane li navçeya Vîktoriya hene, ilm el me'rîfe, ilm el kutub û pirtûkxaneya El Nûrî, hêviya me hebû ku nifşê nû pirtûkan bikire û bixwîne, lê karê me lawaz bû, tevger kêm bû, lewma me yek ji pirtûkxaneyan girt, dibe ku em herduyên din jî bigirin.”

Beriya demekê hashtaga "Dîmeşq bê pirtûkxane" belav bûbû, ew jî piştî girtina yek ji  kevintirîn pirtûkxaneyên Şamê Noble. Xwediyê weşanxaneyekê jî dibêje ji ber bihabûna nirxê her tiştî li Sûriyê niha ewlewiyeta sûriyan kirîna nanê rojê ye, xwendin ji bo wan ne girîng e.

Xwediyê weşanxaneyê Xelîl Hedad dibêje: “Bihabûna xerciyên kaxezan û çapkirinê wisa kir ku nirxê pirtûkan jî bilind bibe, ev yek bandor li ser firotinê kir, xwendevan êdî nema pirtûk bikirin. Ewlewiyeta sûriyan niha xwarin û cih e, ew li xwarin û vexwarinê digerin, her tişt biha bûye, xwendin ne girîng e, niha av û xwarin girîng e.”

Di krîza Sûriyê de sê pirtûkxaneyên bi navûdeng li Şamê hatin girtin û li şûna wan dikanên pêlavan û guherîna pereyan û xwaringeh hatine vekirin.

Aktorê sûrî yê bi navûdeng Diwrêd Leham carekê di şanoyeke xwe de gotibû, her tişt bi lîreyekî ye, nergîle kesî nake di zîndanê de, lê pirtûk xelkê dike di zîndanê de, û gelek caran pirtûk û hizir xwediyên wan ber bi darvekirinê ve birine. Dibe jî piştî deh salan ji şer welatiyên Sûriyê ji xwendin û hizirkirinê westabin, êdî ya giring rizgarkirina can e di wî welatî de, ku rojane şer û kuştin lê heye.