Îran: Amerîkayê dest danî ser keştiyeke me

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand; Amerîkayê dest danî ser keştiyeke barhilgir a petrolê ya Îranê.

Hewlêr (K24) – Televîzyona fermî ya Îranê ragihand; beriya ku hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran hewl bidin rizgar bikin, hêzên Amerîkayê dest danî ser keştiyeke barhilgir a petrolê ya Îranê.

Televîzyona Îranê ragihand ku li Deryaya Ummanê, Amerîkayê dest danî ser keştiyeke petrolê ta Îranê û piştre petrolê veguhest keştiyeke din û piştre ber bi arasteyeke nediyar bi rê ket.

Herwiha eşkere kir ku hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran weke bersivek ji bo vê helwesta Amerîkayê, bi rêya êrîşekê ve dest danî ser barhilgireke din a petrolê ya amerîkî.