Hunermendên Kurd di pêşangeha navdewletî ya Stenbolê de hatin cem hev

Pêşangeha Hunerî ya Navdewletî li Stenbolê bi beşdariya bi sedan hunermendên ji welatên cuda dest pê kir.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Pêşangeha Hunerî ya Navdewletî li Stenbolê bi beşdariya bi sedan hunermendên ji welatên cuda dest pê kir. Gelek hunermendên Kurd ku bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî pêşangehê bûn, çand û serpêhatiyên Kurdan bi rêya hunerê nîşan dan.

Her yek ji wan hunermendên Kurd ku bi salan e dûrî welatê xwe dijîn bi şêwazeke ji hev ciyawaz nîgar û resiman xêz dikin û bi vî awayî balê dikêşînin ser kêşeyên civaka xwe û yên global.

Hakan Yaşarê Kurdê ji Anatolyaya Navîn e demeke dirêj e li Norwecê dijî bêhtir serpêhatî û bîranînên xwe li ser tabloyên hunerî nîşan dide.

Yaşar, xwaringeha xwe dike hunergeh û tê da dest bi xêzkirina nîgar û resiman dike. Tabloyeke hunerî ya hunermendê Kurd li Tokyoya Japonyayê di pêşbaziya navdewletî de di nava ji zêdeyî 5 hezar berheman de berhema herî baş tê hilbijartin dibe yekem û tê xelatkirin.

Hakan Yaşar ji K24ê re diyar kir: “Piştî pêşangeha li Stenbolê ez ê li Amedê pêşangehekê vekim. Heta niha min qet Amed nedîtiye. Dixwazim herim welatê bav û kalê xwe axa welatê xwe maç kim û pêşangehekê li wir vekim. Tabloyên min fîguratîf in lê sîma însanî ye. Kultira Norwecê jî kultira Mezopotamyayê jî li ba min heye. Melankoliya Kurdan, tiştên hatine serê Kurdan bi rêya hunerê nîşan didim. Dixwazim tarîxa Kurdan bi dilê xwe raxim ber çavan.”

Haydar Ekînekê hunermendê Wanî, ji ber neçarî dema zaroktiya xwe bi tenî û bizmaran resiman çêdikir, niha bi bikaranîna bizmarê li gelek welatan bi tabloyên xwe yên hunerî beşdarî pêşangehan dibe.

Haydar Ekînek ji K24ê re diyar kir: “Di tabloyên xwe de ez zehmetiyên ku jin kişandine nîşan didim. Li Brîtanya, Norwec, Avustralyayê min pêşangeh vekir. Niha ji bo ku li Silêmaniyê jî ez pêşangeh vekim min serî li cîhên pêwendîdar da. Dixwazim li wir jî pêşangehekê vekim.”

Hunermendên Kurd ku kultira xwe bi rêya hunerê li welatên cuda didin nasîn vê carê li Stenbolê di pêşangeha hunerê ya navdewletî de hatin cem hev.

Hunermend Maşallah Bîlge Kahraman destnîşan kir: “Ez jî bi 4 tabloyan beşdarî fûarê dibim. Ev 7 sal e ez resiman çêdikim. Li gel hunermend Haydar Ekînek dixebitim. Şanaz im ku ez beşdarî pêşangeheke wiha dibim.”

Tabloyên hunerî yên hunermendên Kurd bala gelek beşdar û welatiyan jî kişand.

Welatiyekî diyar kir: “Ji ber pandemiyê demeke dirêj pêşangehên wiha nedihat sazkirin. Niha bi dîtina berhemên hunerî ez gelek kêfxweş bûm. Bi rastî jî xebatên gelek xweşik li vir hene.”

Pêşangeha ku tê da bi hezaran berhemên hunerî cîh digire û ji zêdeyî 300 hunermendên ji welatên cuda lê hene heta 7ê Mijdarê bo serdanan dê vekirî be.