Rêveberiya Joe Biden 5 armancên li Sûriyê destnîşan kirin

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, 5 armancên Amerîka li Sûriyê diyar kirin,“Derxistina Îranê” tê de nîne
Hêzeke leşkerî ya Amerîka li Rojavayê Kurdistanê / Wêne: Kurdistan24
Hêzeke leşkerî ya Amerîka li Rojavayê Kurdistanê / Wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden 5 armancên xwe li Sûriyê destnîşan kirin, mana hêzên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan armancan e.

Rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî belav kir, rêvebiriya Serok Joe Biden piştî vekolînên ji destpêka salê ve di nav saziyên li Washingtonê de, gihîşt lîsteya dawî ya “Pêşîniyên Amerîkayê li Sûriyê”.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, karên pêşîne yên Amerîka li Sûriyê ji 5 armancan pêk tê, ji wan jî: Mana li bakurê rojhilatê Sûriyê û têkbirina DAIŞê ye.

Xalên din jî ev in: Derbaskirina alîkariyên mirovî di sînor re. Parastina agirbestê. Piştevaniya cezakirinê û mafên mirovan. Nehîştina çekên komkuj û pêşxistina proseya siyasî li gor biryara navdewletî (2254).

Ev dariştina nû ya armanên Amerîka, ji ya Wezîrê Derve ya Amerîka Anthony Blinken di meha Hezîrana borî de li perawîza Kongreya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêşkêş kiriye, pêşketîtir e.

Blinken wê demê armancên Amerîka li Sûriyê di çarçoveya alîkariyên mirovî, şerê li dijî DAIŞê û parastina agirbestê de diyar kiribû, herwiha gotibû, ew hêvî dikin proseya aştiyê jî bi pêş bikeve.

Ev armancên rêveberiya Biden ji hin xalên armancên rêveberiya serokê berê yê Amerîka Donald Trump cudatir e, xala herî diyar jî, derxistina hêzên ser bi Îranê ve ye.

Rêveberiya Trump lîsteya armancên li Sûriyê di van xalan de diyar kiribû: Jinavbirina DAIŞê û rêgirtin li dubare vegera wê, piştevaniya pêvajoya Netewên Yekgirtî li got biryara 2254, derxistina Îranê ji Sûriyê, nehîştina rejîmê ji bikaranîna çekên komkujî û xilasbûna ji çekên kîmyayî û alîkariyên mirovî.

Herwiha xaleke din a cuda li cem rêveberiya Biden heye, ew jî heta niha rêveberiya Biden şandeyeke taybet a siyasî ji bo dosyeya Sûriyê (wek James Jeffrey)destnîşan nekiriye. Lê belê Biden, Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Bret McGurk bi wê dosyeyê erkdar kiriye.

Her wiha tîma Biden ji bo rêgirtina li asayîbûna pêwendiyan bi Şamê re, dest bi kampanyayeke dîplomatîk û siyasî bi welatên Ereb re nekiriye, tevî ku dîplomatkarên Amerîkî ew welat agahdar kirine ku Amerîka piştevaniya asayîkirina pêwendiyan nake.