Nivîskarên Kurd: Divê her maleke Kurdan bibe dibistaneke Kurdî

Li Diyarbekirê nivîskarên kurd civiyan û li ser pirsgirêk û riyên çareseriyê axivîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê nivîskarên kurd civiyan û li ser pirsgirêk û riyên çareseriyê axivîn. Nivîskaran dan zanîn ku, li Bakur li ser çand û zimanê kurdî gelek astengî hene lê belê divê nivîskarên kurd tevî astengiyan jî kar û xebatên xwe berdewam bikin. Nivîskarên kurd dibêjin; meseleya kurdî û nivîskarên kurd meseleya statuyê ye û heger statuya kurdan hebe dê nivîskariya kurdî jî pêş bikeve.

Li Diyarbekirê li Komeleya Wêjekarên Kurd lêkolîner, nivîskar, wêjekar û rewşenbîrên kurd civîyan û li ser pirsgirêkên wêjeyî û komeleyatî guftûgo kirin. Nivîskaran dan zanîn ku hê jî li pêşiya çand û zimanê kurdî astengî hene û ji bo nehiştina astengiyan daxwaza xurtkirina xebatên hevpar kirin.

Nivîskar Samî Tan got; ji 2015an ve mercên giran yên siyasî bandoreke neyînî li ser nivîskariyê jî kiriye, lê belê kurdan di warê ziman û çandê de dest ji xebatên xwe bernedan.

Samî Tan ji K24ê re ragihand: “Meseleya kurdî meseleyeke siyasî ye. Heta ku kurd nebin xwedî statuyek û astengiyên li ber kurdî bi temamî ji holê ranebin û heta ku war xweş nebe ew tov jî xweş nayê. Ji ber vê yekê meseleya me meseleyeke siyasî ye û divê hin xebatên me jî di vî warî de be. Ji bo ku ew xebat geş bibin divê xebatên rojene jî werin kirin, berhem werin amadekirin. Ziman bi awayekê navgîna ragihandinê ye jî. Divê ziman fonksiyonel be, di jiyanê de bi kêrî tiştekî were da were bikaranîn.”

Di civînê de nivîskaran dan zanîn ku heger ew rêkxistinkirî bin dê baştir bikaribin karên civakî jî bikin. Li gorî nirxandina nivîskaran, rewşa siyasî ya li Bakur bandorê li xebatên çand û ziman jî dike lê nivîskar dikarin bi xebatên xwe yên bi rêkxistinkirî bend û astengiyan derbas bikin.

Sekreterê PEN a Kurd Omer Fîdan da zanîn ku; axaftin, guhdarîkirin, xwendin û nivîsandin çar lingên bingehîn yên ziman in û divê ji her çar alî ve xwedîlêderketin hebe.

Omer Fîdan diyar kir: “Ji ber ku em behsa geleke ku bi milyonan tê bi navkirin dikin, her çiqas pêkutî, zordestî û zext hebin jî ew pêdiviya rojane nikare pêşiya vê daxwaza bigire. Li gor min ev daxwaz roj bi roj pêş ve diçe.  Her çiqas ji aliyê hebûn û nebûnê ve xetere zêde bibin jî wekî hîmeke bingehîn a jiyanê ziman xwe di nava civakê de didomîne.” 

Nivîskaran gotin; xwediyê zimanî gel e û divê ji siyasetmedaran zêdetir gel li zimanê xwe xwedî derkeve. Nivîskaran bang li gelê kurd kirin û gotin; divê her maleke kurdan bibe dibistaneke zimanê kurdî.