Sedir hin aliyan bi hewla guhartina encamên hilbijartinan tomatbar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê diyar kir, berî çend rojan ji ragihandina encamên hilbijartinan, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, rastî fişarên siyasî û ewlehiyê tê.
Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir ji Twittera xwe ve tekez kir, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, di hemû hûrgiliyên karê xwe de, bi awayekî pak û pispor kar kiriye.”
Sedir destêwerdana di karê komîsyonê de red kir û tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehiya endamên wê kir.
Destnîşan kir jî, “Em hemû zextên siyasî û ewlekarî yên ku ji roja yekem û heta îro li Komîsyon tê kirin, şermezar dikin.”
Sadr ê ku li gorî encamên destpêkê, tevgera wê yekema hilbijartinan e, hişyarî da û got nabe destêwerdan di karê dadwerî û dadgehê de were kirin.
Herwiha Sedir hin alî tometbar kirin ku hewl didin encamên bilbijartinan biguhêrin, ta ku avakirina hikûmeta piraniyê têk bibin.